Mamoste Hesen Fethî Xizirilekî bi danîna barimteyê azad bû

11:35 - 15 Adar 2023

Roja Sêşemî 23`ê Reşemeyê, mamoste “Hesen Fethî Xizirilekî” pêşnimêjê Înê yê gundê “Qazilyan” a ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgehê hat azadkirin.

Ew mamosteyê Olî yê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzerê destnîşankirî bê par bûye.

Şeva Yekşemî 25`ê Befranbarê, mamoste “Hesen Fethî Xizirilekî” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî mamoste “Hesen Fethî Xizirilekî” hatine sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nine.