Sê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsanan bo dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Sehne hatin gazîkirin

17:20 - 1 Adar 2023

“Seyd Emîn Ebasî, Seyd Sirûş Ebasî û Seyd Kerem Ebasî” 3`ê çalakvanên medenî yên peyrewa Ola Yarsanan bi tohmeta “piropagende û têkdana ewlehiya navxweyê welat” bo taya Yek ya Lêpirsînê ya Dozgriya Giştî û Şoreşa bajarê Sehne hatin gazîkirin.

Ew her 3`ê çalakvanên peyrewa Yarsanan pêka gazînameya ku wergirtine dibe bo heyama 5 rojan bona dawîn berevanîkirinê, xwe ji bo taya Yek ya Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa Sehne bidin naskirin.

Roja Duşemî 12`ê Reşemeyê, 3`ê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsanan piştî derbasbûna 23`ê rojan li ser binçavkirinê de, bi danîna barimteyê bi awayê demkî li girtîgeha Dîzelavaya Kirmaşanê hatibûn azadkirin.

“Seyd Emîn Ebasî” bi danîna barimteyê û “Seyd Kerem û Seyd Sirûş Ebasî” jî, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîbûna dewrên dozgeriyê li girtîgeha Dîzelavaya Kirmaşanê hatin azadkirin.

Ew her 3`ê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsanan, piştî derbasbûna 29`ê rojan li ser binçavkirinê de, li girtîgeha Dîzelavayê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Kirmaşanê hatibûn veguhastin.

“Seyd Emîn Ebasî” endamê Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî yên peyrewa Yarsanan û “Seyd Sirûş Ebasî” li rêkevta 9`ê Sermawezê li dema zivirîn ji Sehne bo Kirmaşanê li rêya Bêstûn, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa “Seyîd Kerem Ebasî” yek ji çalakvanên Civaka Yarsanan xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Saveyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de haibût girtin û bo îdareya îtla`ta Spaha Pasdaran a Kirmaşanê hatibû veguhastin.