Îlam: Secad Muradîvendan bi dûrîna lêvên xwe dest havêt bi girevê

09:48 - 15 Adar 2023

Serspêdeya Roja Sêşemî 23`ê Reşemeyê, “Secad Muradîvendan” welatiyê xelkê bajarê Avdananê li derheq pêranegihîştin bi dosyeya wî li girtîgeha navendî ya Îlamê de, bi dûrîna lêvên xwe, dest havêt bi girevê.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, heta niha dozgeriya bajarê Avdananê, li pêragihîştin bi doyeya “Muradîvendan” û qebûnkirina barimteyê bona azadiya demkî xwe parastiye.

Navbirî li destpêka meha Reşemeya îsal, li derheq nexuyabûna çarenivîsa xwe de dest havêtibû bi gireva birçîbûnê ku bi dana solên berpirsên dozgeriya Îlamê bo zelalkirina çarenivîsa wî, dawî bi girevê anîbû.

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, “Secad Muradîvendan” li bajarê Mesicêt Silêman, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.