Bokan: Binçavkirina du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:30 - 14 Adar 2023

Roja 22`ê Reşemeyê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Hîva Rehîmpûr” perestar(duşîzey)a nexweşxaneya Bokanê û “Selahedîn Şerîfî” xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Çavkaniya haydar daye zanîn ku: Ew her du welatiyên Kurd cuda û bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydara “Kurdpa”yê: “Selahedîn Şerîfî” li dema seredana navenda bo dermanî , ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniyê îlankiriye ku: Ew her du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo cihek nexuya veguhastine û li derheq çarenivîsa wan de ti zanyariyek serrast ber dest nine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeb û tohmetên ku li dijî wan her du welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

Wêne Ji aliyê rastê bo çepê ve: Hîva Rehîmpûr û Selahedîn Şerîfî.