Di bin siya pêranegihîştinên pîzişkî de: Mirina girtiyekî li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de

10:24 - 14 Adar 2023

Roja Çarşemî 17`ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Ferhad Neqîzade” kurê Îbrahîm û xelkê gundê “Baracoq” a ser bi bajarê Urmiyê ji ber pêranegihîştinên pîzişkî û dereng veguhastina navbirî bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar a “Kurdpa”yê, wî girtiyê temen 47 salî nesaxiya dil hebûye û roja Çarşemî piştî xirab bûna rewşa wî, ji ber sekinîna dil û pêranegihîştinên pîzişkî û dereng veguhastina wî bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye: Berpirsên girtîgeha Urmiyê li derheq rewşa wî girtiyê de xemsar bûne û biryarek micid bona pêragihîştin bi rewşa wî encam nestandine.

“Ferhad Neqîzade” 5 salan berî niha bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber, li girtîgeha Urmiyê de bû.