Biryara îdamkirina Hatem Ozidemîr, welatiyê Kurd yê xelkê Tirkiyê li Dîwana Bilind a welat de hat şikandin

16:51 - 13 Adar 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, biryara îdamkirina welatiyê xelkê Tirkiyê yê bi navê “Hatem Ozidemîr” ji aliyê taya 9 ya Dîwana Bilind a welat ve hat şikandin û dosyeya navbirî bona pêdaçûna dubare bo taya weke vê ya li dadgeha Şoreşa Urmiyê hat şandin.

“Hatem Ozidemîr” ji aliyê taya Yek ya Dadgeha Şoreşa bajarê Xoyê bi tohmeta “şerê çekdarî”(Bexî) bi îdamê hatibû cezakirin û ev cezaya roja Sêşemî 24`ê Reşemeya sala 1400`an bi awayê fermî ji wî welatiyê xelkê Tirkiyê re, li girtîha Urmiyê hatibû ragihandin.

Dawî civîna lêpirsîn bi tohmetên “Hatem Ozidemîr” di dawiya demsala Havîna sala 1400`an li taya Yek ya Dadgeha Şoreşa bajarê Xoyê birê ve çû bû.

“Hatem Ozidemîr” şeva 11`ê Pûşpera sala 1398`an piştî derkevtina şer û pevçûnê di navbera hêzên Partyia Kedkara Kurdistan(PKK)ê û hêzên Biryargeha Hemize ya Spaha Pasdaran li herêma sînûrî ya Çaldiranê hatibû binçavkirin.

Navbirî di vê şer û pevçûna çekdarî de, bi sebeba guleya xomparê li ser hiş çû bû û piştire hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Saziya Îtla`ata Spahê li Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Tirkiyê di dawiya meha Hezîrana sala 1398`an piştî derbaskirina du mehan di girtîgeha îtla`ata Spaha Urmiyê de, bo girtîha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.