Veguhastina Arvîn Nîkpey bo girtîgeha Merîwanê

10:12 - 13 Adar 2023

Roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, “Arvîn Nîkpey” welatiyê xelkê gundê “Nêy” ya ser bi bajarê Merîwanê, piştî derbaskirina piroseya lêkolînê li girtîgeha îdareya îtla`atê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, “Nîkpey” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên bajarê Merîwanê ve hatibû binçavkirin û bona lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtla`ata wî bajarî hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehiyê piştî binçavkirina navbirî, şeva Sêşemî 11`ê Rêbendanê êrîşî ser mala wî li gundê “Nêy” kirbûn û dest bi ser Lobtop û telefona wî de girtibûn.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Arvîn Nîkpey” hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.