Birêveçûna biryara îdamkirina du girtiyan li girtîgeha Kirmaşanê

10:07 - 13 Adar 2023

Serspêdeya roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina girtiyê bi navê “Elî Mixan Sêyfî” temen 35 salî û xelkê gundê “Misgire” ya ser bi herêma Osmanvend a Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilavayê birê ve çû.

Ew girtiyê Kurd, nêzî du salan berî niha bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve biryara îdamê jêra hatibû standin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê biryara îdamkirina girtiyek din yê bi navê “Armîn Heyranî” temen 20 salî û kurê Enwer û xelkê gundê “Çişmê Penibe”(Kaniya Penbû) a ser bi bajarê Rewanserê li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê birê ve çû.

Ew girtî du salan berî niha di temenê 18 saliyê de, bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve biryara îdamê jêra hatibû standin.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan her du girtiyan ji aliyê navendên fermî û meydayên navxwe yên Îranê ve nehatiye ragihandin.