Sine: Bihadîn Melikî çalakvanê sinfî yê mamosteyan bi danîna barimteyê azad bû

09:50 - 13 Adar 2023

Roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, “Bihadîn Melikî” çalakvanê sinfî yê mamosteyên Sine bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew çalakvanê sinfî di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer bê par bûye.

Roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, “Bihadîn Melikî” di kombûna nerizayetiyên li derheq rewşa ne ewleh ya xwandingehan û jehrîbûna zencîreyî ya xwandekaran, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatbû binçavkirin û bo Polîsê Ewlekariya Sinê hatibû veguhastin.

Heta niha li derheq sedema tohmetên ku li dijî wî çalakvanê sinfî yê mamosteyên Sine hatine sepandin ti zanyariyek serrast ber dest nine.