Kirmaşan: Kawe Selîmî, çalakvanê medenî yê peyrewa Yarsan bi danîna barimteyê azad bû

17:22 - 12 Adar 2023

Roja Yekşemî 20`ê Reşemeyê, “Kawe Selîmî” çalakvanê medenî yê Kurd ê peyrewa Yarsan bi danîna barimteyê bi awayê demkî hat azadkirin.

Roja Yekşemî 14`ê Reşemeyê, ev çalakvanê medenî yê Kurd bi bê nîşandana belgeya yasayî li mala xwe de, ji aliyê hêzên îtla`ata Spahê ve li Kirmaşanê hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina navbirî de, tevî vekolîna mala wî, hinek kelûpelên şexsî yên takekesî yên navbirî jî dest bi ser de girtine.

Ev çalakvanê medenî di heyamên derbasbûyî de, bi rêya pêwendiya telefonê ve bo îdareya îtla`ata Spahê hatibû gazîkirin.

Heta niha sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî çalakvanê medenî yê peyrewa Yarsan sepandine ti zanyariyek ber dest nine.