Şandina dosyeya Mojgan Kavûsî bo Dîwana Bilind ya Welat

16:07 - 12 Adar 2023

Dosyeya “Mojgan Kavosî” lêkoler û çalakvana ziman û etnîkî ya xelkê Kilardeşta ser bi parêzgeha Mazenderanê bona pêdaçûnê bo taya 9 ya Dîwana Bilind ya welat hat şandin.

Roja Sêşemî 13`ê Reşemyê, ew lêkolera piştî derbaskirina 104 rojan li girtîgehê de, bi awayê demkî ji tohmetên weke “şer li dijî Xwedê” bi danîna barimteya bi qasî 3 milyard Tumenî li girtîgeha Qa`imşehrê hatibû azadkirin.

“Mojgan Kavûsî” ji aliyê taya Yek ya dageha Şoreşa bajarê Sarî bi “kombûn û tebanî li dijî ewlehiya welat” hatibû tohmetbarkirin û bi 39 meh giritîgehê û ji ber tohmeta “Bêrêzîkirin bi rêberê hikûmetê”15 meh û rojek û ji ber tohmeta “Çalakiyên propagendeyî li dijî nizamê” 8 meh girtîgehê ceza kiribûn û ji ber tohmeta “Fesadiya li ser rûyê erdê” jî hatibû lêborîn.

Roja Sêşemî 29`ê Sermawezê, yekem civîna dadgeha pêragihîştin bi tohmetên wê girtiya siyasî li taya Yek ya dadgeha Şoreşa bajarê Sariyê de, bi amadebûna “Osman Mozeyen û Mazyar Tatayî”, parêzerên dosyeya wê birê ve çû û bilî tohmetên hatinî sepandin yên berê, bi “Şer li dijî Xwedê” jî hjat tohmetbarkirin.

“Kavosî” li dozgeriya Nûşehrê de, bi “Bêrêzîkirin bi rêberê Îranê” re, belavkirina axavtinên derev, “Propagende li dijî nizamê” ku hatibû tohmetbarkirin, li dewra dozgeriyê de bi erêkirina parêzer bo dosyeya “Mojgan Kavosî” dijberî hatibû kirin.

Roja Pêçşemî 31`ê Xermananê, ew çalakvana Kurd li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîbûna lêkolînê bo girtîgeha Tênêkabonê hatibû veguhastin.

“Mojgan Kavosî”berê jî derbasiya girtîgehê hebûye û roja Çarşemî 15`ê Befranbara sala 1400`an bi mirexesiyê li girtîgeha Keçûy ya Kerecê hatibû azadkirin.