Eşkerebûna nasnameya çaremîn girtiyên hatî îdamkirin li girtîgeha Navendî ya Umriyê de

11:04 - 11 Adar 2023

Nasnameya çaremîn girtiyê ku serspêdeya roja Înê 19`ê Reşemeyê, digel 3`ê girtiyên din li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de hatibûn îdamkirin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ve hat eşkerekirin.

Nasnameya çaremîn girtiyê hatî îdamkirin “Hesen Pûrfeyaz” hatiye ragihandin.

Serspêdeya roja Înê 19`ê Reşemeyê, biryara wî girtiyê Tirk yê ku digel 3`ê girtiyên bi navên “Celal Serdarîfer” kurê Osman û xelkê bajarê Nexedê, “Salih Qasimî” kurê Sofî û xelkê gundê Zindeştê ser bi bajarê Selmasê û “Mensûr Ebdîzade” kurê Xalis û xelkê Heftvana ser bi bajarê Selmasê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de birê ve çû.

Ew 4 girtî roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, bona birêveçûna biraya îdamê bo odeya takekesî veguhastibûn.

Herwisa ev 4 girtî berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamê hatibûn cezakirin.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan 4 girtiyan ji aliyê navendên fermî û medyayên navxwe yên Îranê ve nehatine ragihandin.