Girtiyek li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat îdamkirin

16:14 - 1 Adar 2023

Serspêdeya roja Çarşemî 10`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Elî Dûdkanlû” li girtîgeha Navendî ya Urmiyê birê ve çû.

Ew girtiyê Kurd berê bi tohmeta “kuştina bizanebûn” binçavkiribû û piştire ji aliyê dezgeha Dadweriyê ve cezayê îdamê bo hatibû birîn.

Roja Duşmî 8`ê Reşemeyê, ew girtiyê Kurd digel du girtiyên din yên bi navên “Ramîn Şîrazî” û “Celal Tahirî” bona birêvebirina cezayên wan ew bo odeya takekesî ya Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibûn veguhastin.

Birêvebirina biryara îdamkirina “Celal Tahirî” bi wergirtina rizamendiya malbata kesê kuştin bi dana pere hat rawestandin.

Heta niha nûçya îdamkirina “Elî Dûdkanlû”, ji aliyê navend an medyayên fermî yên navxweyî Îranê nehatiye ragihandin.