Nasnameya yek ji girtiyên hatî îdamkirin li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de

11:02 - 11 Adar 2023

Nasnameya yek ji girtiyên îdamkirî yê hatî îdamkirin li girtîgeha Navendî ya Umriyê de, ji aliyê “Kurdpa”yê ve hat zelalkirin.

Nasnameya wî girtiyê “Celal Serdaryferd” kurê Osman û xelkê bajarê Nexedê ji aliyê “Kurdpa”yê ve hatiye zelalkirin.

Ew girtî roja Sêşemî 10`ê Reşemeyê digel 3`ê girtiyên din bona birêveçûna biryara îdamê bo odeya takekesî veguhastibûn.

Serspêdeya roja Înê 19`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina wan 4 girtiyên tohmetbar bi kirîn û firotina madeyên hişber, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê, birê ve çû.

Nasnameya du ji wan 4 girtiyên hatin îdamkirin, “Salih Qasimî” kurê Sofî û xelkê gundê Zindeştê ser bi bajarê Selmasê û “Mensûr Ebdîzade” kurê Xalis û xelkê Heftvana ser bi Selmasê hatiy ragihandin.

Zanyariyên li derheq nasnameya girtiyên din yên îdamkirî ku yek ji wan Tirke, ji aliyê Saziya Mafê Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ve di lêpirsînê de ye.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan 4 girtiyan ji aliyê navendên fermî û medyayên navxwe yên Îranê ve nehatine ragihandin.