Biryara îdamkirina Çar girtiyên Kurd li girtîgeha Navendî ya Umriyê birê ve çû
Serspêdeya Înê 19`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina 4 girtiyên tohmetbar bi kirîn û firotina madeyên hişber li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de birê ve çû.
Nûçegihanê “Kurdpa”yê, nasnamemya du ji wan girtiyên îdamkirî, “Salih Qasimî” kurê Sofî û xelkê gundê Zindeşt yê ser bi bajarê Selmasê û “Mensûr Ebdîzade” kurê Xalis û xelkê Heftvana ser bi Selmasê ragihandiye.
Ew 4 girtî roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, bona birêvebirina biryara sizayên wan, ew bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê veguhastibûn.
Zanyariyên zêdetir yên pêwendî bi nasnameya du gurtiyên din, ber dest nin.
Ew 4 girtî berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve biryara îdamkirinê ji wan re hatibû dan.
Heta niha nûçeya îdamkirina wan 4 girtiyan ji aliyê navendên fermî an medyayên navxwe yên Îranê ve nehatine ragihandin.
Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Mensûr Ebdîzade û Salih Qasimî