Binçavkirina çalakvanekî jîngehî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sinê

17:26 - 10 Adar 2023

Roja Duşemî 15`ê Reşemeyê, “Aram Sa`idmûçeşî” çalakvanê jîngehî û endamê Encûmena Nifûsa Kurdistana Kesk, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Ew çalakvanê jîngehî bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên îdareya îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.

“Sai`dmûçeşî” di pêwendiyeke telefonî bi malbatê re, binçavkirina xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve ev haydar kirine.

Ev çalakvanê jîngehî yê Kurd heya niha ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Aram Sa`idmûçeşî” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.