Sine: Morteza Mihemedî û Sîrwan Mihemedî bi danîna barimteyê azad bûn

11:38 - 9 Adar 2023

Roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, “Morteza Mihemedî û Sîrwan Mihemedî” du birayên xelkê bajarê Sinê bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî azad bûn.

“Morteza Mihemedî” bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî û “Sîrwan Mihemedî” jî bi danîna barimteya bi qasî 300 milyon Tumenî bi awayê demkî heya dema bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Sinê hatin azadkirin.

Lêpirsê dadgeha Giştî û Şoreşa Sinê, ew her du bira bi “kombûn û tebanî li dijî ewlehiya navxwe û tevlîhevkirina nezim û asayêşa giştî” tohmetbar kirine.

Ew her du bira piştî gireva birçî bûnê bo girtîgeha navendî ya Sinê hatibûn veguhastin.

Di heyama binçavkirinê de, ew her du bira ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûn.

“Morteza Mihemedî”roja Duşemî 1`ê Reşemeyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî hatibû veguhastin.

Herwisa “Sîrwan Mihemedî” jî roja Yekşemî 16`ê Rêbendanê bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Sîrwan Mihemedî” li rêkevta 25`ê Xezelwerê jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehî ya Şehr Emfer a bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî derbasbûna du mehan di bin îşkence û lîpirsînê de, li rêkevta 17`ê Befranbarê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.