Serdeşt: Welatiyekî Kurd bi sebeba teqîna mînê birîndar bû

10:48 - 9 Adar 2023

Roja Çarşemî 17`ê Reşemeyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Rehmet Qadirzade” yê xelkê gundê Şêxe Sor yê ser bi bajarê Serdeştê bi sebeba teqîna mînê birîndar bû.

Ew welatiyê Kurd li nêzî gundê “Dole Bîd”ê tûşî teqîna mînê bûye û perçeyek ji pêyê wî qut bûye.

“Qadirzade” bo tedaviyên pîzişkî bo navenda dermanî hatiye veguhastine.

 “Rehmet Qadirzade” temen 38 saliye û xwediyê du zarokan e.