Sadiq Samirayî, mamoste û derhênerê Kurd li Kirmaşanê hat binçavkirin

10:27 - 8 Adar 2023

Roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, “Sadiq Samirayî”, mamoste û derhênerê Kurd li mala xwe de li şehreka “Perdîs” a Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Herwisa hêzên ewlehî mala navbirî vekolîne û dest bi ser hin kelûpelên şexsî yên wî de jî girtine.

“Sadiq Samirayî” yek ji çalakvanên naskirî yê Kurd li Kirmaşanê ye û “Bin destî” û “Êlîtek ku hesp siwariyê nizane” û “Li ser gireke bilind dareke tenê me” ji berhemên sînemayê yên wî derhênerê Kurd in.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeb û tohmetên ku li dijî wî mamosteyê Kurd hatine sepadnin ti zanyariyek ber dest nine.