Daniyal Mihemedpûr yek ji birîndarên xwenîşandanên nerizayetiyên Mihabadê bo cara sêyem dê bê neştegerî kirin
“Daniyal Mihemedpûr” kurê Mihemedemîn û Hemîn û xelkê bajarê Mihabadê ku di mesa nerizayetiyên seranserî di wî bajarî de bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên ewlehî û serkutker çavekî wî birîndar bibû, dê bo cara sêyem bê neştegerîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke haydar a “Kurdpa”yê, mezaxta neştegeriya wî nûciwanê temen 17 salî ya cara sêyem 35 milyon Tumen e.
Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, ew nûciwanê Kurd du caran di navendên dermanî yên Tewrêz û Tehranê de hatiye neştegerîkirin, lê heta niha rohnahiya çavê wî yê aliyê çepê çê nebûye.
“Mihemedpûr” bo cara sêyem di navenda taybeta Pizîşkê Çav ya Nîkan a Tehranê de dê bê neştegerîkirin û li rêkevta 21`ê Befranbara sala 1401`an piştî kêmek sarêjbûnê mirexes kiribûn.
“Daniyal Mihemedpûr” jidayîk bûyê Rêbendana sala 1384`an li bajarê Mihabadê ye.