Kolberekî Kurd bi sebeba teqeya hêzên leşkerî birîndar bû

09:47 - 6 Adar 2023

Roja Şemî 13`ê Reşemeyê, kolberê Kurd yê bi navê “Ce`ifer Fathî” temen 24 salî û xelkê bajarê Sinê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetî li sînûrê Newsûdê birîndar bû.

Hêzên leşkerî bi bê haydarkirina berê gule berdane wî kolberî.

Ew kolberê Kurd bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya Kewsera bajarê Sinê hatiye veguhastin.

“Ce`ifer Fathî” xêzandar e û xwediyê sê zarokan e.