Sîwan Ezîzî yek ji birîndarên meşên xwenîaşndanên Sinê bi destekê jiyan dike
“Sîwan Ezîzî” kurê Sabir û Teybe û xelkê bajarê Sinê ku, di meşa xwenîşandanên wî bajarî de, destê wî yê çepê birîndar bibû, niha bi destekê jiyana xwe derbas dike û pîşizkan ji navbirî re ragihandine ku heta dema ku neştegerî bo neyê encam dan, îmkana hereket dana destê wê nabe.
Pêka gotina çavkaniya haydar ya “Kurdpa”yê, li rêkevta 16`ê Rezbera sala 1401`an di meşên xwenîşandanên bajarê Sinê de, li beriyê girtîgeha wî bajarî ji ber lêkevtina guleya şerî ya çeka Kilaşînkofê, ji aliyê hêzên ewlehî û serkutker ve, destê wî yê çepê birîndar bibû.
Herwisa wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, “Ezîzî” piştî birîndarbûnê, ji aliyê hêzên serkutker ve hatibû binçavkirin û bo heyama 6 demjmêran di bin îşkence û lêkanê de bûye.
Wê çavkaniya haydar gotiye: Piştî nebaşbûna rewşa giştî ya “Sîrwan Ezîzî”, hêzên serkutker dest bi ser karta pênase û telefona wî de girtine û navbirî avêtinbûne ber deriyê nexweşxaneyê.
Pêka gotina vê çavkaniyê: “Ezîzî” ku şixûlî wî mikanîkî ye, niha di encama kûrahiya birînana de, bi destekê jiyana xwe derbas dike.
“Sîwan Ezîzî” jidayîkbûyê 28`ê Xezelwera sala 1373`an li bajarê Sinê ye.