Biryara îdamkirina girtiyekî tawanbar bi “kuştina bizanebûn” li girtîgeha Seqizê birê ve çû

10:25 - 5 Adar 2023

Serspêdya roja Yekşemî 14`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina girtiyê bi navê “Kyomers Zerxamî” bi tawana kuştina dezigrtiya xwe ya bi navê “Gulale Şêxî” ji aliyê taya Yek ya Dadgeha Keyferî ya yek ya parêzgeha Sine bi “îdamê” hatibû cezakirin li girtîgeha Seqizê birê ve çû.

Roja 15`ê Befranbara sala 1400`an, navbirî ji aliyê taya Yek ya Dadgeha Keyferî ya Yek ya parêzgeha Sine bi tawana “kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibû cezakirin.

Roja Sêşemî 18`ê Cozerdana sala 1400`an, termê şewtî ya “Gulale Şêxî” keça Osman û xelkê bajarê Seqizê ku ji aliyê dezigirtiyê xwe ve hatibû kuştin, li qeraxa rêya di navbera Seqiz bo Sine ya serweyî gundê “Çapana Serê” ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatibû peydakirin.

“Kyomers” piştî binçavkirinê û di pêvajoya lêkolînê de li îdareya îtla`ata Seqizê de, îtraf kiribû ku sebeba sereke ya wî bona kuştina dezigirtiya xwe, çê bûn alozî li ser karkirina “Gulale”yê bûye.

“Kyomers Zerxamî” xelkê gundê “Şerîfava”yê ser bi bajarê Dîwandereyê û rûniştiyê bajarê Seqizê bû.