Du mamosteyên Olî yên Kurd bo Dadgeha Taybet ya Rûhaniyet ya Hemedaanê hatin gazîkirin

10:00 - 1 Adar 2023

Mamoste “Mihemed Sêyf Penahî”pêşnimêjê Înê yê gundê “Qadirmeriz”ê û mamoste “Şaho Fethî”pêşnimêjê Înê yê gundê “Serab”yê ser bi bajarê Dêwolanê bo Dadgeha Taybet ya Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê hatin gazîkirin.

Ew her du mamosteyên Olî yên Kurd piştî wergirtina gazînameyê, dibe di heyama rojên bê de xwe bo Dadgeha Taybet ya Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê bidin naskirin.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî wan her du mamosteyên Olî yên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Mamoste “Mihemed Sêyf Penahî” û mamoste “Şaho Fethî”.