Ciwanekî xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteyê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin

17:30 - 5 Şibat 2023

Roja Pêncşemî 13`ê Rêbendanê, Keyvan Qurbanînejad û kurê Luqman û xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteyê li girtîgeha Nexedê azad bû.

Ew ciwanê Kurd bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hatiye azadkirin.

Herwisa ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bû.

Qurbanînejad li rêkevta 22`ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

Keyvan Qurbanînejad di pêwendî digel mesên nerizayetî yên bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.