Îlam; Ji welatiyekî re cezayê girtîgehê, qamçiyan û cezayê zêde hate birîn

12:20 - 5 Şibat 2023

Welatiyê bi navê “Mehdî Sadiqî” yek ji girtiyên xwenîşandanên bajarê Îlamê, ji aliyê taya 103 ya dadgeha keyferî ya 2 ya wî bajarî ve, bi tohmeta “Alozî di pirensîp û ewlehiya giştî de” bi 6 meh hepsa te`izîrî û 74 derbên qamçî û du sal qedexeya derkevtin ji welat hat cezakirin.

Herwisa dosyeyek din jî li dijî wî welatiyê Kurd li dadgeha Şoreşa bajarê Îlamê de bi tohmeta “bêrêzîkirin bi pîrozbahiyan, alozkirina hizra giştî û çalakî li dijî ewlehiya neteweyî” çê kirine.

Mehdî Sadiqî li rêkevta 20`ê Rezberê di pêvajoya xwenîşandanên nerizayetiyên bajarê Îlamê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtla`ata wî bajarî veguhastibûn.

Herwisa ew welatiyê Kurd piştî bidawîhatina dewrên lêkolînkirinê ji girtîgeha îdareya îtla`ata bajarê Îlamê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî veguhastinibûn û li rêkevta 2`ê Sermawezê bi danîna barimteya bi qasî 300 milyon Tumenî bi awayê demkî li girtîgehê hatiye azadkirin.

Navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.