Bê çarenivîsî û berdewambûna biryara binçavkirina demkî ya Osman Îsmaîlî

17:20 - 28 Şibat 2023

Biryara binçavkirina demkî ya “Osman Îsmaîlî”, çalakvanê kedkarî yê xelkê Seqizê bo heyama mehekê û bi şêweya nezelalbûnê li Stada Xeberî ya îdareya îtla`ata Sinê de hat pejrandin.

Ev çalakvanê kedkarî di heyama binçavkirinê de heta niha du caran di rojên Pêncşemî 10 û Çarşemî 9`êReşemeyê bi malbatê re peywendiya telefonî hebûye.

“Îsmaîlî” herwisa heta niha ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendanê, “Osman Îsmaîlî” bi bê nîşandana belgeya yasayî li şeqama “Şoheda” ya Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û piştî derbasbûna hefteyekê li girtîgeha îdareya îtla`ata Seqizê bo îdareya îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.