Biryara qedexekirina demkî ya xwendinê û berteka nivîskî ya Zana Secodî ji aliyê Komîteya Disîplînê ya Zanîngeha Xwerezmî ve hat qebûlkirin

12:18 - 28 Şibat 2023

Biryara qedexekirina demkî ji xwendinê ji bo salek û nîv û berteka nivîskî ya Zana Secodî xwendekarê asta Karnasiya Perwerdehiya laş ya zanîngeha Xwerezimî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Komîteya Dîsîplînê ve hat pesendkirin.

Komîteya Dîsîplînê ya zanîngeha Xwerezimî, pêka madeya 43 û 13 û herwiha madeya 53 ya yasaya dîsîplîna xwendekaran, cezayê destpêkê derbarê vî xwendekarê Kurd de pesend kir.

Ev cezaya di 2’ê Rêbendanê de derketiye û ji vî xwendekarê Kurd re hatiye ragihandin.

Di 20’ê Xezelwer de, ev xwendekar ji aliyê komîta dîsîplînê ve bi tohmeta “beşdarbûna di xwenîşandanan de” bi qedexekirina demkî ya xwendinê ji bo heyama salek û nîv û bersivkirina nivîskî hat cezakirin.