Sine: Murteza Mihemedî li girtîgehê dest avêt bi girevê

12:16 - 28 Şibat 2023

“Murteza Mihemedî” welatiyê Kurd yê xelkê Sine li destpêka binçavkirinê di yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî de dest avêtiye bi girevê.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew welatiyê Kurd li dema pêwendîgirtin bi malbatê re ragihandibû ku her li destpêka binçavkirinê de, dest avêtiye bi girevê.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde kiriye ku, “Mihemedî” di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Pênçşemî 4`ê Reşemeyê, ew welatiyê Kurd li taya Du ya Dadgeha Giştî û Şoreşa Sinê bi “Têkdana pirensîpa ewlehiya giştî” hatibû tohmetbarkirin.

“Murteza Mihemedî” roja Duşemî 1`ê Reşemeyê bi tohmeta “Beşdarîkirin di meşên nerazîbûnan de” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sine de di bin lêkolînê de bûye.