Bokan: Ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

16:29 - 27 Şibat 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, welatiyê Kurd yê bi navê “Rêbaz Temamî” yê temen 18 salî û kurê Ehmed û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya yasayî navbirî binçavkirine û bo lîkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastin e.

“Temamî” di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.