Îdamkirina girtiyekî xelkê Dêwolan li girtîgeha Sine

11:34 - 27 Şibat 2023

Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Hemîd Rehîmî” yê xelkê bajarê Dêwolanê li girtîgeha Navendî ya Sine birê ve çû.

Navbirî li sala 1398`an bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezaya îdamê bo hatibû birîn.

Heta niha nûçeya îdamkirina “Hemîd Rehîmî” ji aliyê navendên fermî û medyayên navxwe yên Îranê nehatiye ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de, serspêdeya roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê jî, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Mihemedresûl Çolekî” yê xelkê bajarê Îwanxerbê li girtîgeha Îlamê bi rêv e çû.