Girtîgeha Mihabadê: Sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatin azadkirin

11:33 - 5 Şibat 2023

Roja Pêncşemî 13`ê Rêbendanê, 3`ê welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemedtahir Ehmedî Moqedem, Simko Dodkanlû û Hêmn Sergulî” yên xelkên gundê “Kosekehirîz” a ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

Ew her 3`ê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin.

Herwisa ew her 3`ê welatiyên Kurd, li rêkevta 1`ê Sermawezê bi bê nîşandana belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bona lêkolînkirinê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.

Ew her 3`ê welatî piştî bidawîhatina dewrên lêkolînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûn veguhastin û di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi perêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bê par bûn.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her 3`ê welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

Wêne ji aliyê rastê bo çepê ve: Hêmn Sergulî, Mihemedtahr Ehmedî Moqedem û Simko Dodkanlû.