Givaşên berpirsên girtîgha Navendî ya Urmiyê bo sedema xwekujiya girtiyekî

10:18 - 27 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Se`îd Selîmîfer” temen 35 salî û kurê Mistefa û xelkê gundê Siltanavaya li 35 kîlometiriya rêya Selmasê, bi xwarin heban li girtîgeha Urmiyê de dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, wî girtiyê ji ber givaşên Serokê Lêpirsînê yê girtîgeha Navendî ya Urmiyê dest bi xwekujiyê da ye.

Roja Yekşemî 30`ê Rêbendanê, Serokê Lêkolînê yê girtîgeha Navendî ya Urmiyê digel Hêza taybet ya girtîgehê êrîşkirbû ser cihê xewtina benda 5 a girtîgehê û bi hinceta lêkolînê kelûpelên girtiyên vê bendê tevlîhev kirinbûn ku di encamê de rastî nerazîbûna wî girtiyê hatibû.

“Se`îd Selîmînfer” nêzî 11 salan berî niha bi tohmeta kirîn û firotina madeyên sirker li girtîgehê de ye.