Li rêya dinavbera Ciwanro bo Pawe li bûyera trafîkê de 6 kolber birîndar bûn

16:48 - 26 Şibat 2023

Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, 6 kolberên Kurd li rêya dinavbera Ciwanro bo Pawe li nêzî “Şebankare” bi sebeba bûyera trafîkê birîndar bûne û rewşa du ji wan nebaş hatiye ragihandin.

Çavkaniya haydar ya Kurdpayê, nasnameya 5 kolberên birîndar ragihandiye ku wiha ne:“Mirsad Derwîşî, Selah Rehmanî, Zekeriya Ehmedî, Makovan û Zekeriya”.

Pêka gotina vê çavkaniya haydar, ew 6 kolberên Kurd yên xelkê bajarê Selasa Bawecanî ne û ji bo tedaviyên pîzişkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.

Her di vê pêwendiyê de jî, şeva Yekşemî 30`ê Rêbendanê, kolberê bi navê “Saman Yeqobî” û kurê Salar û xelkê gundê “Surxêban” yê ser bi bajarê Ciwanroyê bi sebeba bûyera trafîkê li rêya “Şebankare” canê xwe ji dest da.