Sine: Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa Aram Azade

16:47 - 26 Şibat 2023

“Aram Azade” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sinê, tevî derbasbûna mehekê li ser binçavkirina wî de, heta niha jî di girtîgehê de ye û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Tevî bidûreçûna malbata navbirî bona haydarbûn li derheq çarenivîsa wî de, hêzên ewlehî ji dana her cure zanyariyekê di vê barê de xwe parastine.

Ew welatiyê Kurd mehekê berî niha bi bê nîşandana belgeya yasayî li yek ji şeqamên wî bajarî de hatibû binçavkirin û bo lîkolînê bo yek ji girtîgehên wî bajarî hatibû veguhastin.

Aram Azade: Temen 26 saliye û xwediyê zarokekê ye.