Xebat Fedayî, Hunermendê Kurd bi 6 sal heps hat cezakirin
“Xebat Fedayî” hunermendê Kurd yê xelkê gundê “Boryer” yê ser bi Serwavayê û rûniştiyê bajarê Tehranê, ji aliyê taya Yek ya Dadgeha Şoreşa bajarê Veramînê bi serokatiya dadwer “Eşikan Ramiş” bi 6 sal hepsa te`izîrî hat cezakirin.
Ew hunermendê Kurd bi tohmeta “piropangende li dijî nizamê” salek hepsa te`izîrî û bi tohmeta “endambûn di yek ji girûp û koman de bi armanca têkdana ewlehiya welat” bi 5 sal hepsa te`izîrî hat cezakirin.
Dadgehê bi piştirêdan bi madeyên 134 û 215a yasaya cezaya Îslamê ya li sala 1392`an û madeya 498 û 499 û 500 ya yasaya te`izîrat ya ku li sala 1375`an hatiye pesendkirin bi ser wî hunermendê Kurd de sepandiye.
Biryara dadgeha seretayî li dijî Fedayî li roja 30`ê Rêbendana sala 1401`an de bi awayê amadebûnê hatiye derkirin û piştî ragihandinê, di heyama 20 rojan de dikare li dadgehên pêdaçûnê yên parêzgeha Tehranê were gilî kirin.
Xebat Fedayî roja Duşemî 23’ê Xezelwerê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Êvînê bi awayê demkî hate berdan.
Ev hunermend di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.
Xebat Fedayî hunermendê Kurd yê xelkê gundê “Boryer” yê bi bajarê Seriwavayê û rûniştiyê bajarê Tehranê, roja 4`ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.