Cezayê îdamkirina girtiyekî li girtîgeha Îlamê birê ve çû

10:16 - 25 Şibat 2023

Serspêdeya roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Mihemedresûl Çolekî” yê xelkê bajarê Îwanxerbê li girtîgeha Îlamê birê ve çû.

Ew girtî bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê îdamê bo hatibû birîn.

Heta niha nûçya îdamkirina wî girtiyê ji aliyê navendên fermî û medyayên navxwe yên Îranê nehatiye ragihandin.