Sine: Murteza Mihemedî bi “têkdana pirensîp û ewlehiya giştî” hat tohmetbarkirin

10:08 - 25 Şibat 2023

Roja Pêçşemî 4`ê Reşemeyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Murteza Mihemedî” li taya Du ya Dadgeha Giştî ya Şoreşê ya li Sinê bi “Têkdana pirensîp û ewlehiya giştî” hat tohmetbarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, civîna bi dûreçûna tohmetên wî welatiyê Kurd, dê li rêkevta 27`ê Reşemeyê li dadgeha Şoreşa Sinê bê lidarxistin.

“Murteza Mihemedî” roja Duşemî 1`ê Reşemeyê bi tohmeta “beşdarîkirin di meşên nerazîbûnê de” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sinê de di bin lêkolînê de ye.

Roja Yekşemî 16`ê Rêbendanê jî, “Sîrwan Mihemedî” birayê wî welatiyê Kurd bi bê nîşandana belgeya yasayî ji bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.