Girtîgeha Nexede: Teha Resûliyan, çalakvanê medenî bi danîna barimteyê azad bû

10:02 - 25 Şibat 2023

Roja Sêşemî 2`ê Reşemeyê, “Teha Resûliyan” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 5 milyard Tumenî bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

“Resûliyan” piştî bidawîhatina lêkolînê ji yek ji girtîgehên ewlehiyê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.

Serpêdeya roja Çarşemî 28`ê Befranbarê, “Teha Resûliyan” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi “Endambûn li yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye.