Îlam: Welatiyek bi sebeba teqîna mînê canê xwe ji dest da

17:11 - 23 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, welatiyê bi navê “Ebdulhusên Qedîmî” yê xelkê gundê Kelkelya serê yê ser bi bajarê Çirdavel a Îlamê bi sebeba teqîna mînê canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd, li navçeya sînûrî ya Mîmik a ser bi bajarê Îlamê rastî bûyera teqîna mînê hatibû.

Pêka amarên hatinî nivîsandin, li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê de, li destpêka sala 1391`an heta dawiya sala 1400`an, li ser hev 402 welatiyên sivîl li bajarên Kurdistanê bûne qurbaniyê teqîna mînên şerî. (103 kuştî û 299 birîndar)