Bokan: Binçavkirina 3`ê lawên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:15 - 22 Şibat 2023

Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, 3`ê welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Ferecî” temen 20 salî û kurê Hemze, “Efşîn Resûlî” temen 27 salî û “Riza Mihemedriza” temen 20 salî û kurê Kerem û xelkên bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Ew her 3`ê welatiyên Kurd bi bê nîşandana belgeyên yasayî, ji aliyê hêzn ewlehî ve hatine binçavkirin.

“Mihemed Ferecî” şeva Şemî 24`ê Befranbarê ji aliyê hêzên ewlehî ve jî hatibû binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her 3`ê welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.

Wêne: Mihemed Ferecî, Efşîn Reşûlî û Riza Mihemedriza