Serkevt Ehmedî girtiyê siyasî li girtîgeha Kirmaşanê hat îdamkirin

17:14 - 22 Şibat 2023

Spêdeha roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina “Serkevt Ehmedî” naskirî bi (Areş), girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Rewanserê bi bê haydariya ber li girtîgeha Dîzelava ya Kirmaşanê birê ve çû.

Pêka gotina çavkaniya haydar, ev girtiyê siyasî bi veşartî hatiye îdamkirin.

Hevdem îro 3`ê Reşemeyê, “Akam News” malpera girêdayî bi Spaha Pasdaran, girte vîdyoyek ji îtrafên bizorê ji navbirî belavkiriye.

“Ehmedî” berê endamê Partiya Komeleya Kurdistana Îranê bû û piştî dev berdan ji vê partiyê, li Sermaweza sala 1398`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û pêwendiyên giştî yên Biryargeha Necefa Eşref a Hêzên Spahê roja Înê 3`ê Rêbendana heman salê di daxuyaniyekê de ragihandin ku, endamên wê biryargehê ew welatî bi tohmeta kuştina “Hesen Melkî” yek ji pirsinelên Hêza Întizamî binçavkirine.

Ev yeka di halekê de ye ku, “Serkevt Ehmedî” piştî dev berdan ji Komelê, dixwast here Ewropayê, lê dema çûna ber bi Ewropayê, li yêyên navçeyên sînûrî yên dinavbera Îran û Tirkiyê de hatibû binçavkirin.

“Serkevt Ehmedî” piştire ji aliyê dezgeha dadwerî ya Hikûmeta Îranê, bi tohmeta “Endambûn li Partiya Komele û kuştina Hesen Melkî” yek ji pirsinelên Hêza Întizamî bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin.

Şeva 23`ê Gelawêja sala 1397`an, sergurd “Hesen Melkî” li ber deriyê mala xwe ji aliyê kesên nenaskirî ve hatibû kuştin.

“Serkevt Ehmedî” kurê Hebîb û Rengîne ye.