Dadgeha pêdaçûnê cezakirina Kemal Ebdulazade her wek xwe pejrand

11:19 - 5 Şibat 2023

Cezayê 5 sal û 8 meh heps a Kemal Ebdulazade, serbazê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê li dadgeha pêdaçûnê de her weke xwe hat pejrandin.

Civîna dadgeha pêdaçûnê ya wî welatiyê Kurd li rêkevta 10`ê Rêbendanê hat lidarxistin û daxwazkariya pêdaçûnê ya wî welatiyê Kurd, ji aliyê dadgehê ve hat red kirin.

Ebdulazade ji aliyê taya 26 a dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer “Îman Efişarî”, bi tohmeta “kombûn û tebanî li dijî ewlehiya welat û propagende li dijî nizamê”, bi 5 sal û 8 meh girtîgehê hat cezakirin.

Ew serbazê Kurd piştî vê ku ragihandibû ku, “ez digel xelkê me û teqe ji ti kesî nakim”, li rêkevta 6`ê Rezberê li kelanteriya 135 a Azadî ya Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa navbirî piştî derbasbûna 40 rojan li ser lêkolîn û ragirtina navbirî li odeya take kesî de, bo girtîgeha Tehranê veguhastibûn û li rêkevta 26`ê Sermawezê bi danîna barimteyê li girtîgehê gatibû azadkirin.

Ew serbazê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par bûye.