Mamoste Luqman Emînî û mamoste Îbrahîm Kerîmî Nenle bi danîn barimteyê azad bûn

16:52 - 22 Şibat 2023

Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê Înê yê mizgevta Cam`I a Çaryarnebî ya Sine û mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenle” pêşnimêjê Înê yê gundê Nenle yê ser bi Sine bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatin azadkirin.

Pêka gotina çavkaniya haydar, ev her du mamosteyên Olî bo dadgeha taybet a Rohanietê ya Hemedanê hatibûn veguhastin û bi danîna baraimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên dadgehê hatine azadkirin.

Roja Çarşemî 10`ê Rêbendanê, mamoste “Luqman Emînî” û mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenle” bi bê nîşandana belgeya yasayî li ser rêya Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.

Îdareya îtla`ata Sine, piştî binçavkirina “Îbrahîm Kerîmî Nenle” bi girtina girte vîdyoyekê ji wî û belavkirina  vê, ev mamosteyê Olî, neçarkiribûn ku daxwaza lêborînê ji mamosteyên Olî yên girêdayî hikûmetê bike.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî wan her du mamosteyên Olî yên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.