Girtiyekî xelkê bajarê Dîwandere li girtîgeha Sinê hat îdamkirin

09:48 - 22 Şibat 2023

Spêdeya roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, cezaya îdamkirina girtiyê bi navê “Mislm Muradî” kurê Xosrew û xelkê bajarê Dîwandere li girtîgeha Navendî ya Sinê birê ve çû.

Ew girtiyê Kurd berê bi tohmeta “qetila bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha nûçeya wî girtiyê ji aliyê çavkaniyên fermî û medyayên navxwe yên Îranê nehatiye ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de jî, spêdeya roja Sêşemî 2`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina 3`ê girtiyên bi navên “Se`idula Feruxî Cêrmî, Vehîd Bêyzayî, û Emîrelî Bayremî” li giritîgeha Navendî ya Urmiyê birê ve çû.