Pîranşar: Gazîkirin û binçavkirina du mamosteyên Olî yên Kurd

17:47 - 21 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Ce`ifer Perwînî” yek ji mamosteyên Xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyobî ya Pîranşarê û mamoste “Elî Rehîmî” pêşnimêjê mizgevta Konxenê yê ser bi Pîranşarê bo îdareya îtla`ata wî bajarî hatin gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, mamoste “Ce`ifer Perwînî” piştî gazîkirin bo îdareya îtla`ata Pîranşarê hatiye binçavkirin û mamoste “Elî Rehîmî” jî piştî çend demjmêran lêkolînkirinê azad bûye.

Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, heta niha li derheq qedera mamoste “Ce`ifer Perwînî” piştî binçavkirinê ti zanyariyek ber dest nine.

Herwisa wê çavkaniya haydar gotiye: Ew her du mamosteyên Olî yên Kurd bi sebeba rexnekirina hikûmeta Îranê û piştevanîkirin ji nerizayetiyan, ji aliyê îdareya îtla`ata Pîranşarê ve hatine gazîkirin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Elî Pûrmend” pêşnimêjê mizgevta Seyd Ebdula Kemalî ya Nexedê jî bo îdareya îtla`ata wî bajarî hatibû gazîkirin û lêkolîn jê kiribûn.

Wêne mamoste Ce`ifer Perwînî