Sê girtî li girtîgeha Urmiyê hatin îdamkirin

17:46 - 21 Şibat 2023

Serspêdeya îro Sêşemî 2`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina du girtiyên bi navên “Vehîd Byêzayî û Emîrelî Bayremî”, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê birê ve çû.

Bi hesabkirina wan her du girtiyan hejmara îdamkiriyên îro yên vê girtîgehê githîşt bi sê kesan.

Serspêdeya îro cezayê îdamkirina girtiyekî din yê bi navê “Se`idula Ferxî Cêrmî” yê xelkê bajarê Urmiyê jî li girtîgeha Navendî ya wî bajarî de birê ve çû.

Ew her sê girtî roja 30`ê Rêbendanê, bo birêvebirina cezayên wan, ew bo odeya takekesî ya girtîgehê veguhastibûn.

Herwisa ew her sê girtî berê bi tohmeta “qetila bizanebûn” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamê hatibûn cezakirin.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan her sê girtiyan ji aliyê çavkaniyên fermî an medyayên navxweyê Îranê nehatiye ragihandin.