Nexede; Mihemed Mihemedî bi danîna barimteyê azad bû

17:22 - 20 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, “Mihemed Mihemedî” naskirî bi (Şêxalî) yê xelkê Şînavayê ser bi bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 2 milyard Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Yekşemî 8`ê Xezelwerê, “Mihemedî” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînkirinê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî lêkolînkirinê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.