Nexede: Mamosteyekî Olî yê Kurd bo îdareya îtla`atê hat gazîkirin

17:21 - 20 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Elî Pûrmend” pêşnimêjê mizgevta Seyd Ebdula Kemalî ya Nexede, bo îdareya îtla`ata wî bajarî hat gazîkirin û lêkolîn jê hatkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew mamosteyê Olî yê Kurd bi sebeba rexnekirina hikûmetê û piştevanîkirin ji nerazîbûnan bo îdareya îtla`ata Nexedê hatiye gazîkirin.

Mamoste “Elî Pûrmend” piştî du demjmêran lêkolînkirinê li îdareya îtla`ata Nexedê azad bû.