Merîwan: Azad Xwançezer çalakvanê kedkarî û çandî bi danîna barimteyê azad bû

17:08 - 20 Şibat 2023

Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, “Azad Xwançezer” çalakvanê kedkarî û çandî bi danîna barimteyê li girtîgha Merîwanê hat azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî û çandî bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Merîwanê hatiye azadkirin.

“Xwançezer” piştî bidawîbûna lêkolînê li girtîgeha îdareya îtla`ata Merîwanê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“Azad Xwançezer” roja Sêşemî 29`ê Sermawezê bi bê nîşandana belgeya yasayî li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di vê heyamê de ji mafê xizmetguzariyên dermanî bê par bûye.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî wî çalakvanê kedkarî û çandî hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.